Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Newroz çi ye?

0 deng
243
21 Adar 2017 Di beşa Çand û huner de Hertişt (24,430 nirx) pirsî
Newroz çi ye?

6 Bersiv

0 deng
21 Adar 2017 Hertişt (24,430 nirx) bersiv da
Newroz an jî Cejna Kurdan, cejna kurd û xelkên Îranê û gelek gelên din a biharê ye. Kurd her sal, şeva ku 20ê adarê bi 21'ê adarê ve girê dide, agir dadidin û hatina buharê pîroz dikin. Di dîroka kurdan de jî, Newroz weke çîroka vejînê cîh digire. Li gorî rîvayetê, Kawayê Hesinker, li dijî serdarê zordest Dehaq serî hil dide û agir dadide. Ji wê rojê ve ye her gelê vê xakê, agir dadidin û vê rojê pîroz dikin.
0 deng
21 Adar 2017 Hertişt (24,430 nirx) bersiv da
"Nava Roaca" li gor zimanê qedîm yê avestayî Newroz e. Lê di kitêba Avestayê de ev tabîr “Nava Roaca” derbas nabe. Lê li gor zimannasan ku guherîbe, ew jî wiha çêbûye: Nava->new: nû û Roaca->roz: roj

Di zaravayê kirdkî de bi vî awayî Nava wek Newe û Roaaca jî wek Ruec hatiye guherîn. Di zaravayê kurmancî û soranî de bi vî awayî Nava wek Nû û Roaca jî wek Roc(j) hatiye guherîn. Lewra di zimanê hînd-ewropî de dengên z-c-j bi hev diguherin. Bi maneya xwe jî ev peyv wiha tê watedarkirin: Roja nû. Hin gel vî wek “sala nû” watedar dikin lê dibe ku tenê ev li gor nirxandina teqwîmî be. Ev peyv pêşî bi du peyvan “Nava Roaca” pêk hatiye lê piştre di demeke dirêj de li gor tebîeta zimên û civakê guheriye bûye peyvek; pêşî di pehlewî de Noroz, piştre di kurdî de bûye Newroz.

Dema îroyîn de Newroz bi taybetî di nav gelên rojhilata navîn de tê pîroz kirin. Ev jî gelek normal e. Lewra çanda gelekî, dema ku rengekê gerdûnî girt, êdî gelên ku wê çandê nêzî xwe dibînin, dipejirînin û li gor zimanê xwe û bîr û baweriyên xwe nav lê dikin û pîroz dikin. Bo mînak Newroz çanda gelê Kurd ên ku ji Medan bigire heya roja îroyîn dewam kiriye û vê cejna xwe ya netewî ji bo gelên din jî pêşkêş kirine.
0 deng
21 Adar 2017 Hertişt (24,430 nirx) bersiv da
Xêncî wateya roja nû, wateyên din li Newrozê bên barkirin, bawer im piçek ji çand, reng û ruhê wî tê qetandin. Lewra ev wateya han bixwe gelek fireh e. Bi taybetî jî ev şerê başî û nebaşiyê ye. Roja nû baş e û dê her dem roja nebaş bitemirîne. Çimkî roja 21ê Adarê li gor baweriya Newrozê Ehrîmen (nebaşî) li hember Ahûra Mazdayê (başî) têk diçe. Ev tenê di çanda newrozê de sembol in. Çimkî ev dualîte her dem heye, ji ber wî dê newrozê her dem bi vê wateya xwe bidome. Lê dema ku ev mane jê hate sitandin, tu taybetî jê re namîne. Ger ku îsnadê guherîna salê bikin, ew çax dema ku nêrîna teqwîm û demê di civakê de guherî, newroz jî dê biguhere.

Roja nû ji bo Medan (Kurdan): Roja zayînê, roja destpêkeke nû, Roja Xweda(Homa), dîlgirtina şeytên(ehrîmen), girtina heyameke kesîf, destpêk, berxwedan, têkoşîn û roja Azadiyê ye. Piştî van nirxan meriv dikare bibêje destpêka sala nû ye jî.
0 deng
21 Adar 2017 Hertişt (24,430 nirx) bersiv da
Di demeke kevn de, li welatê bapîrên kurdan, pedişek hebû, navê wî Dehak bû. Dehak, keyekî pir zalim bû. Wî welatê kurdan wêran kir. Di gund û bajaran de mirov nehiştin. Zîndanên wî, ji girtiyan tim dagirtî bûn û celadên wî ji serîbirrînê nediwestiyan. Dehak bi awayekî ji xwe bawer, tim rûdinişt, zêr û zîv û kevirên buhadar, morîk û mircanên xizna xwe dijmartin, bi hespên xwe yên rewan û esîl serbilind bû û tu kes ji xwe mezintir û di ser xwe re nedidît.
Ji kuştin û wêrankirinê têr nedibû, dixwest deverên hîn firehtir werbigire û talan bike. şevekê, Dehak xewneke xirab dît. Nîvê şevê, ji ber êşeke dijwar ji xewê şiyar bû. Gazî zana û bijîşkên li qesrê kir û ji wan re got:
– Ji ber vê êşa dijwar xew nakeve çavên min. Zû ji min re dermanekî peyda bikin; yan na ez ê serê we tevan jê bikim!
Hekim û bijîşkên qesrê, li laşê Dehak nêrîn ew pelandin. Çavên wan li du birînên ku li ser her du milên wî bûn ketin. Tev bi hev re mat man. Gotinek ji devên yekî derneket. Ji ber, heta wê gavê tu kulên bi wî rengî nedîtibûn û ne jî êşek bi wî awayî bihîstibûn. Lê Dehak ji ber êşa xwe her bi ser wan de dikir qêrîn:
– Hûn çi bêçare li ser min rawestiyane! Zû dermanekî bidin min. Ez peritîm, şewitîm! Hûn tebîb û bijîjkên herî baş û şahreza ne. Ma hûn derman peyda nekin dê kî peyda bike? Hekîmekî ji wan, dest da ber xwe û got:
– Heta niha birîneke weha min ne dîtiye û ne jî bihîstiye. Lê wa diyare ku mêjiyê teze dikare bibe melhema van birînan.
Belkî hekîm dixwest xwe ji berpirsiyariyê xelas bike. Lê belê ev pêşniyar ji Dehak re bû sebeb ku ji “mêjiyên teze”, mejiyê zarokan bide ser birîna xwe. Wî emir da ku her roj mejiyên du zarokan bînin, bikin qurbana birînên ser milên wî ku bibûn wek du marên qelişî û dev vekiri. Bi vî awayî, rojê bi mêjiyên du zarokên nûhatî, kulên ser milên Dehak dihatin dermankirin. Lê carna zarok ji vê belayê dihatin xelas-kirin. Zarokên ku dihatin xelaskirin li şênaya nedihiştin, rêdikirin çiyan, di şikeftan de vedişartin. Her ku diçû çiya bi mirovên reviyayî tijî dibû. Jiyan di şikeftan de berdewam bû. Ava kanî, dar û ber û fêkiyên çiyan têra jiyana wan dikir.
Demeke dirêj derbas bû. Lê kulên ser milên Dehak bi hev ve nekeliyan. Her ku diçû xerabtir dibûn. Agir ji devê Dehak dibariya. Tirs ketibû dilê her kesî. Dayik û bav, ji tirsa ku kengê dê dor were zarokên wan xew nediket çavên wan. Tu hêzeke ku tiştekî ji Dehak re bibêje tunebû. Ji tirsa zarokên xwe gelek malbatan berê xwe dabûn çiyayên asê. Lê gel nema êdî di şikeftan hildihat.
Kawa, kurdekî hesinvan bû. Zarokên wî jî ji kulên Dehak re bûbûn qurban. Edî kêr gihabû hestî. Kawa ji tirsa qurbankirina zarokê xwe yê dawî, heval û hogirên xwe yên pêbawer kom kirin û ji wan re behsa zulm û zordariya Dehak kir. Plana kuştina Dehak ji wan re eşkere kir. Her kesî fikir û planên Kawa pejirandin û li benda îşareta wî man. Kawa gotibû gava ku ez Dehak bikujim, ez ê herim ser banê qesra wî agir vêxim. Ku we agir dît, bizanin ku min Dehak kuştiye. Kawa, ji heval û hogirên xwe re dest bi çêkirina çekan kir û bi dizî li wan belav kirin. Ji xwe re çakûçekî ku mirov pê hesin dikute, çêkir. Gava leşkerên Dehak hatin ku lawê Kawa yê dawî jî bibin, Kawa ji leşkeran re got:
– Hûn herin, ez ê niha, bi destê lawê xwe bigirim û bînim. Ez dixwazim ji bo saxiya padîşahê xwe lawê xwe bi destê xwe bikim qurban û li ber lingên padîşahê xwe deynim. Gava leşkeran ev xeber gihandin Dehak, kêfa wî hat, şa bû û çavên wî ma li riya Kawa. Kawa, çakûçê xwe kir destê xwe, lawê xwe girt û berê xwe da qesrê. Gava gihaşt ber derî, leşkeran dergeh jê re vekir. Kawa, raste rast berê xwe da şahnişînê ku text lê vegirtî û Dehak li ser rûniştî bû.
Dehak ji Kawa re got:
– Tu qehremanekî bê hempa yî, tu nîşana fedakariyê yî. Bijî! Kawa, piştî gotinên Dehak, bêtir nêzîkî wî bû. Bi çengê lawê xwe girt û bir li ber piyên wî dirêj kir. Kawa çakûçê xwe bilind kir. Lê li şûna ku li serê lawê xwe bide, bi hemû hêz û hêla xwe daweşand serê Dehak. Taca serê wî gindirî. Piraniya leşker û xizmetkarên wî gava dîtin ku Dehak bi rastî mir, kêfa wan hat û yên mayî, ji desthilanînê ketin, teslîm bûn. Kawa bi destê lawê xwe girt û hilkişiya ser banê qesrê û agirekî gurr li wir dada. Dema heval û hogirên Kawa çav li êgir ketin, wan jî dest pê kir û êrîş anîn ser qesrê, leşker û hevalbendên Dehak yên mayî dîl girtin, yên teslîm nebûn jî kuştin. Gava gelê li çiyê jî agirê azadiyê dîtin, fêm kirin ku plana Kawa bi ser ketiye. Dehak hate kuştin û dawiya zordariyê hat. Wan jî li ser çiyan agirê azadiyê pêxist.
Belê wê êvarê ne tenê li çiyan, li her aliyê welêt agir hate dadan. Gel ji deverên asê daket û bi meşaleyan berê xwe da gund û bajarên xwe. Li her aliyên welêt jiyaneke nuh û azad dest pê kir. Roja din, her kesî xemla xwe girêda û li meydanan govend gerandin. Û bi xwarinên xweş li seyrangehan civiyan, kêf û şahî kirin. Ew roj, roja 21ê adarê bû.

Ji wê rojê û bi vir de ye, bi taybetî di nav kurdan de ku her sal roja 21ê adarê wek Newroz, ango wek cejna yekitî, berxwedan û azadiyê tê pîrozkirin.
0 deng
21 Adar 2017 Hertişt (24,430 nirx) bersiv da
Rûgeş AVAŞÎN
Newroz di destpêkê heya niha, ji bo gelê Kurdû gelê Rojhilata Navîn wek mîlade kê em dikarin bigirin dest. Bi taybet ji bo gelê Kurdroja Newrozê weke ku xwe ji bindestî û ji pergala koledarî rizgar kirin e.
Dema em li armanca derketine roja Newrozê dinêrin bi taybet di milê dîrokî de, em dibînin ku bi pêşengiya Kawa yê Hesinkar gelan ji zilim û zordarî ya Dehaqan azadiya xwe bi dest xistine û di wê rojê de serxwebûna xwe îlan kirin e. Her wiha dema em hinekî din dîrokê lêkolîn dikin û li ser dihizirin, em dibînin ku ev rastî heya Zerdeşt diçe.
Li gorî lêkolîn û nêrînên ku dîrok nas didin diyar kirin; Zerdeşt roja ku pêxamber tê îlan kirin 20-21 ê Adar’ê ye. Dema Zerdeşt ji şikefta sebêlan(cihê ku Zerdeşt bi salan di vê şikeftê de maye û li ser rastiya civak, kes, xweza û pirsgirikên heyî mijûl bûye û hiziriye, di encamê hizrandinên bi salan de felsefa xwe pêş xistiye.) derdikeve û tê ber çemekî avê li wir tê pîroz kirin û pêxember tê îlan kirin.
Dema ku em felsefe û baweriya ku Zerdeşt pêşxistî lêkolîn dikin, tê dîtin ku Zerdeşt pir girîngî dide agir, gelek pîroz û watedar di bîne. Zerdeşt agir wek paqijiya jiyanê digire dest. Bi kurtahî em dikarin bêjin ku agir di jiyana gelê Kurdde cihekî xwe yê girîng heye. Roja Newroz û agir hev temam dikin. Her wiha Newroz sarsala gelên Arya yî ye.  Newroz ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye nîşanêya yekîtiya çand û dîroka gelan. Ev roj wek ser sal girtine dest, pîroz kirine û heya roja me anîn di nava gelan de buyê kevneşopî, çand û dîroka berxwedanî ye.
Her wiha dema ku em li sîlsîleya dîrokê temaşe dikin, em dibînin ku, di destana Kawayê Hesinkar de roja 20-21 î Adar’ê di heman demê de rizgar kirina gelê Kurdji bin zilim û zordarî ya Dehaqan e.  Li gorî destana ku hatiye nivîsandin em dibînin ku bi kuştina Dehaqê zulimkar re agirê rizgarî û azadiyê li hemû çiya û cihên herî bilin tê pêxistin. Di wî demê de jî wateya pêxistina agir, nîşanê ya rizgar kirina gelê Kurdû bi dawî anîna zilimê ye. Di sîlsîle ya dîrokê de, Newroz bûyê remza serkeftin û berxwadaniyê .
Hevalê Mazlûm, hevala Ronahî û Bêrîvan, Rewşen û Zekiye berdewama vê dîroka berxwdaniyê ne. Agirê azadiyê û berxwedaniyê her dem di dilê gelê Kurdde hatiyê jiyan kirin. Her çiqas ji aliyê neyaran ve bi sed salan hewildan çêbûye ku vî agirî di nava dilê kurdan de bitemirînin û jiyanê li wan tarî bikin jî lê di vê derbarê de bi çi şewayî nikarîne serbikevin. Di be ku pir caran agirê serxwebûn û azadî ya gelê Kurdhatibe têfeandin jî, lê belê bi cirûskên ku di nava xweliyê de veşartî mayî, ji nû de bûn pêten agir û geş bûn. Berxwedanî ya ku di salên 70 û vir de, pêşketina çalakîyên berxwedanvanên Newrozê ên wek heval Mazlûm, Ronahî, Berîvan, Rewşên, Zekiye û serhildanên gelê Botanê nîşaneya ve berxwedana dîrokî ye.
Agirê  Newrozê bi berxwedanî ya van hevalan îro di hemû qadên Kurdistanê û ji derveyî Kurdistan bi hezaran, bi milyonan mirov anîn gel hev, bi sedan rengan yek îrade, yek deng dan ava kirin. Hem gelê Kurdku bi salan bû nikarîbûn Newroza xwe azad pîroz bikin hem jî ji bo yekîtiya gelên kurdistanî û Rojhilata navîn îro bûyê bingeh û di vê roja pîroz de hatina gel hev agirê azadiyê pêş xistin pir dîrokî û watedar e. Dehaqên ku di roja me de azadiya gelê Kurdasteng dikin û zarokê kurdan zîndanî û qêtil dikin çi ferqa xwe ji Dehaqê ku li gorî efsane bi xwarina mêjiyê zarokên kurdan nexweşiyên xwe derman dikir nîne. Dema em dîrokê dinerin em dibînin ku her dem li ser zarokên kurdan êrîş hatine kirin.
Newroz ne tenê pîrozbahî, ne tenê cejin, ne tenê sal veger e.  Newroz ji bo gelê Kurd roja berxwedanî, azadî û roja hebûnê ye. Di roja hebûnê de, hebûna xwe dane diyar kirin û xwedî hebûna xwe derketin girîngî û wateyek xwe dîrokî heye. Xwedî derketina Newrozê di heman demê de xwedî derketina li nirxên xwe yên civakî, exlaqî û polîtîk e.
Pêvajoya ku Rêbertî di Newroza 2013 an de daye destpêkirin û di roja Newrozê de, ji gelê Kurdû ji tevahî cihanê re daye diyar kirin wateyê xwe ya dîrokî heye. Dîroka ku hatibû winda kirin di wê rojê de dubarê hat nûjên kirin. Her kesê ku ew nûjênî di hest, raman û hizrên xwe de jiyan kirî wê rojê gihiştibûn hev. Di serî Amed, li tevahî Kurdistan û ji derveyî Kurdistanê bibûn yek deng û awaz. Melodiya ku di wê rojê de dihat gotin melodi ya azadî, daxwaza serxwbûnê, qirîna hebûnê bû.
Di Newroza îsal de jî ev melodî û awaz wê pêl bi pêl mezin bibe wê xwe bigihîne hemû cîhanê. Edî gelê Kurdû Kurdistanî li ku derê be bila bibe pêwîste Newroza 2014’an wek final bigire dest wisa tevlî bûnên xwe bidin çêkirin. Her rojên ku em jiyan dikin dîrokî û jiyanî ne. Lê belê îsal gelê Kurdwê qêdara xwe bide diyar kirin. Em di navbera bihuşt û dojehê de sekînîne. Ji bo vê jî her gavên ku em di avêjin wê pêşeroja gelê Kurdû gelê Rojhilata Navîn  bide diyar kirin. Niha tiştekî ku em wek kes winda bikin nemaye, lê belê ger em hemû berjewendiyên xwe ên kesî ku dikeve xizmeta neyarên kurdan,  dest jê berdin, xwedî nirxên xwe, dîroka xwe, rûmet û hebûna xwe derkevin we demê bihuşta ku gelê Kurdistanî, gelê Tirkiyê xwe bigihîne heye. Ji derveyî vê em nikarin jiyanek din ji xwe re bi pejirînin û hilbijartinên cuda bikin. Di demek wiha dîrokî de ji bo azadî û hebûnê pêwîstî bi yekgirtin heye. Têkoşîn û berxwedanî ya li hember bê mafî, bê dadî yê pêşxistin û li hember pergala desthiladar û ked xweran xwe bi vîn kirin û xwe dî li azadiya xwe derketin girîng û jiyanî ye. Eger em dixwazin zarokên me, ciwanên me azad jiyan bikin, wê demê kesek bila ne bêje ez nikarim. Ev erk li ser milê, her kesên ku dibêje ez kurdim, ez mirovim û ez xwedî exlaqim, wê demê pêwîste di vê pêvajoyê de ji xwe re sekin qêbûl neke. Jiyanek ji derveyî vê pejirandin û jiyan kirin tê wateya her roj zindan, her roj komkojî, her roj jiyanek bê rûmet bê nirx, bê dîrok û bê wate jiyan kirinê.  Newroza 2014 an fînala têkoşîn û rizgariya gelê kurd, gelê Kurdistanî û gelên Rojhilata Navîn e. Ev di deste me hemûyan de ye. Pir reng û yek deng wê gelên azadîxwaz ber bi azadîyê ve bibe. Pewîste em di vê bawerî ye de bin.
0 deng
21 Adar 2017 Bêwar (340 nirx) bersiv da
21 Adar 2017 Bêwar rastkir
DÎROKA  NEWROZÊ
Di  efsaneya  Newrozê  de  tîranekî  bi  navê  Dehhak  -Zehhak-  hebuye.  Çîroka  Dehhak  yan  jî  Zehhak  weha  tê neqlkirin.  Masudî,  niviskarê  islam  yê  çaxa  navendî  û  Firdews,  niviskarê  destana  Iranê  ya  binavûdeng Şahname  û niviskarê  Kurd  yê  çaxa  navendî  Şerefxan  Bitlisî  di  pirtûkê  xwe  de  Dehhak  weha  rawe  dikin: DÎROKA  NEWROZÊ Dû  û îro  Newroz Newroz,  ‘Nû  roj’  yanê  tê  wateya  ‘Roja  nû’.  Di  kevneşopî  de  newroz  cejna  pîroz  a  sersala  nû  ye.  Iranî  jê  re Nouroz,  gelê  Kurd  jî  Newroz  dibêje.  Bingeha  vê  bêje  bi  eslê  xwe  digehêje  dema  Zorastriyan  yanê Zerdûştiyan.  Newroz  di  nav  welatê  Rojhilata  Navîn  de  di  nav  civaka  Kurd  û  Iranê  û  welatên  Asya  Navîn  û  di Azerbeycan  û  Afxanîstanê  de  tê  pîroz  kirin.  Hinek  civakê  Pakistanê  yê  bi  eslê  xwe  Iranî  jî  Newrozê  pîroz dikin.

Di  mîtolojîye  de  Newroz

Berî  ku  esfaneya  Newrozê  sîrove  bikim  divê  ez  esfanê  û  dîroka  efsanaya  hineke  vekolînim.  Efsane  wek cîroka  rasteqîn  ji  nifşeke  derbasî  nifşeke  bûne.  Bûyere  di  efsane  de  tên  peşandanî  neqlkirin)  carcaran berzeyi  rastiyê  -surrealîst-  ne,  lê  belê  bi  piraniya  xwe  bûyerên  rasteqîne  û  xwe  bi  kesatiyên  di  jiyana rasteqînî  va  zexm  digrin.  Ev  çîrokan  piraniya  xwe  bi  kesatiyên  karê  lehengî  kiri  va  giredayine.  Şaîrê Yewnanî  kevnarê  Homeros  di  destana  xwe  ya  bi  nave  İlyada  de  û  Odesseia  de  sûd  ji  efsaneyê  derbareyê qral  û  lehengan  de  girtiye.  Gelek  çîroka  çavkaniya  xwe  ji  efsaneyan  girtine.  Efsane  di  çanda  her  neteweke de  cihekî  girîng  digrin.  Ji  bo  vê  yekê  efsaneyan  bi  mîtolojiye  ve  giredaneke  xwe  heye.  Mirov  di  axa  tê  de dijî  de  kesateye  ku  girîng  hatine  dîtin,  bi  tiştan  -objeyan-  û  yan  bi  cihgekî  pîroz  û  yan  hinek  mijarê  bihaya wan  ne diyar  in  bi  cûrê  dirûvan  -teşeya-  têtin  şirove  kirin.  Hinek  bûyere  borî  lêzêde  dikin  ji  nifşeke  derbasî nifşeke  dikin. Mitolojî  bi  xwe  tê  çi  wate:  mitolojî  di  oleke  an  di  çanda  miletekî  de  Xwedê  yan  an  lehengan,  gerdunî  û  di derheqa  zabûna  mirovan  de  hemû  efsanê  devkî  û  nivîskî  yên  civinî  û  zabûna  van  efsaneyan,  şîrovakirin wateya  wan  û  lêgerina  wan  û  senifandina  navê  şaxê  zanistî  ye.  Mîtolojî  di  Grikî  de  tê  wateya  ‘gotine /wûtine’  û  ‘bîstî’  an  ‘axaftin’  e  û  ji  gehêştina  van  herdu  bêjayan  çêbûye.  De  Yewnaniya  kevnare  de  tê wateya  “gotinê  berê  hatine  kirin”  e  ku  dubare  dibin. Di  dem derbasbûne  de  di  zimanê  ewrope  de  wateya  efsanê  werdigire.  Di  wateya  kararîna  nûdem  de mîtolojî  ya  oleke  diyar  e  an  ya  hemû  mîtan  efsane)  rawe  dike.  Mînak:  mîtolojiya  Keltan,  mîtolojiya Romeyan  û  mîtolojiya  Grîkan.  Efsane  bi  mijarê  xwe  Xwedêyan,  lehengan  û  bûyerên  ku  ji  tiştê  afrandine  der tên  çêdibin.  Bi  piranî  ji  aliyê  dengbêj  û  rahîban  ve  tên  gotin  û  belavkirin.  Hinek  cara  wateya  xwe  ya efsaneya  wenda  dikin  û  dibin  gotine  folklorî  û  perîye  çîrokan.

Di Mîteolojiya Kurd de Newroz

Di  efsaneya  Newrozê  de  tîranekî  bi  navê  Dehhak  -Zehhak-  hebuye.  Çîroka  Dehhak  yan  jî  Zehhak  weha  tê neqlkirin.  Masudî,  niviskarê  islam  yê  çaxa  navendî  û  Firdews,  niviskarê  destana  Iranê  ya  binavûdeng Şahname  û niviskarê  Kurd  yê  çaxa  navendî  Şerefxan  Bitlisî  di  pirtûkê  xwe  de  Dehhak  weha  rawe  dikin: ‘Dehhak  qralekî  nebaş  hebûye;  li  ser  herdu  milê  wî  kulê  mîna  maran  derdikevin.  Dehhak  bi  salanê  ku  van kulê  di  maran  çûyi  derman  bike  mejûye  du  gencan  wek  melhem  tê  dide  ku  êşa  wî  kêm  bibe.  Ew  fikr  û raman  dibêjin  doxterekî  fîtne  daye  wî  ku  mejûye  insana  di  kulê  xwe  bide.  Du  re  merivên  zîrek  nexwazin ewqas  genç  telef  bibin  li  cihê  mejuye  gencekî  yê  miheyeke  wek  derman  di  kulê  Dehhak  didin  û  ji  wan gencan  her  yekî  azad  dikin  ew  jî  diçe  çiyan.  Belê  herroj  gencek  tê  azad  kirin.  Li  dijî  zordariya  Dehhak nerazîbûna  xwe  gel  bilind  dibe,  asilzade  plana  serhildanek  dikin  di  bin  serokatiya  Kawa  -Kaveh-  hesinker de  şoreş  bi  ser  dikeve  û  Kawa  şeş  lawê  xwe  ji  ber  lepên  Dehhak  Zehhak)  rizgar  dike.  Beriya  şoreşê  Kawa çawa  ku  di  efsane  de  tê  qalkirin  ev  genç  azad  kirine.  Li  gor  efsaneya  ku  Kurd  neql  dikin  Kawayê  Hesinker ew kesê  çûne  çiya  wan  hînî  leşkerî  dike  û  ji  wan  arteşeke  amadedike  bo  qasra  Dehhak  dagirbike;  qasrê Dehhak  bi  vê  arteşê  dagir  dike  û  serê  Dehhak  bi  çakûç  dipelçiqîne;  di  encame  de  Kawa,  Ferudun  wek  qral nîşan  dide’. Di  bingeha  vê  çîrokê  de  efsaneyê  Iranê  kevin  jî  cih  girtine.  Ewliya  Çelebî  di  berhema  xwe  ya  binavûdeng ‘Seyahatname’de  ji  Sancaqa  ‘Şehruzor’  ya  bi  navê  ‘Merkawe’  behsdike  ku  ev  nav  ji  navê  Kawayê  hesinker hatiye  standin. Li  gor  erdnîgarê  sedsala  12’an  Yaqut  Hamawî  bibêje  ‘Zor  lawê  Dehhak  e  û  bajarê  bi  nav  û  deng  Şehruzor ava  kiriye’.  Li  gor  mîtolojiya  Kurdan,  Kawa  bi  xwe  di  bin  sitemkariya  Dehhak  de  2621  sala  berî  jiyaye.  Ev kathejmar  sala  ku  Kurdan  qralê  Asuriyan  Dehhakê  despot  ji  tac  û  text  dûr  xistine.  Xirawiye  Dehhak  tu  car rê  nedaye  ku  bihar  li  Kurdistanê  dirêj  dom  bikin.  Ew  roja  ku  Kawa,  Dehhak  kuştiye  20-21  ê  Adarê  wek rojeke  pîroz  her  wexte  hatiye  pîroz  kirin. Duwayi  Kawa  Dehhak  dikuşe  dibêje  ezê  agirekî  dadim  ku  ciwanê  li  çiyan  serkeftina  me  bibînin  ew  jî  li  wir agirê  xwe  dadin  tevî  şenaya  rizgarbûna  ji  Dehhak  bibin.  Di  encame  de  bihar  dizivire  Kurdistanê.  Hinek  cûre çîrokê  Dehhak  yê  din  jî  hene,  belê  di  toreya  Ahl-e  Haqq  -Yarsan- Kawayê  hesinker  dijî  Dehhak  -Zehhak-  ê zordar  serîhildide  û  arikariya  Ferudun  dike  ku  Dehhak  ji  Demawendê  dûrxîne. Newroz  îro  bûye  sembol  û  nîşana  serhildan  û  azadiya  gelê  Kurd.  Em  dikarin  bibêjin  di  dîroka  Newrozê  de cûdayetî  ye  nezikî  hevdu  û  dûrî  hev  jî  hene.  Hinek  dibêjin  Newroz  21ê  Adarê  ye,  hinek  jî  dibêjin  Newroz roja  31  tîrmexê  an  jî  dibêjin  21  îlonê  ye.  Ev  cure  rojê  cûda  yê  dîroka  Newrozê  ji  salnameya  kevn  ya Zerduştiyan  û  ya  hicrî  ya  Ereban  tên.  Dem  kathejmara  roja  Newrozê  diçe  digehêje  dema  Ahamediyan,  ew jî  kevnare  miletekî  Iranî  ye. Di  pir  olan  de  mîtolojî  cihekî  girîng  standiye.  Her  çar  olên  mezin  Hiristiyanî,  Islamî,  Musewî  û  Budizmê  di bin  bandora  mitolojî  dane;  Minak:  mitolojiyeke  islam,  mitilojiyeke  hiristiyana,  mitilojiyeke  musewiyan  û mitolojiyeke  Budistan  heye.  Efsane  van  olan  hemu  di  bin  bandora  mitolojiya  Zorastriyan  -Zerduştiyan-, Manizm  û Ahamediyan  û  bandora  efsanê  Irana  kevin  in:  Persan,  Medan,  Sohdan,  Ahamediyan  û Sasaniyan  heye  û  her  manidar  in.  Minak:  ola  Zerduştî  ya  ramana  dualizmê  ya  dualî  pir  aşîkar  e.  Çawa  têt neqlkirin  ku  bapîre  Kurdan  Med  in,  bapîre  Iraniyan  jî  Pers  in.  Di  mitolojiya  Med  û  Persan  de  Hurmuz  gelek canawaran  diafirîne,  Ehrîman  jî  hinekan  ji  van  ji  xwe  re  dixwaze.  Ev  herdu  Xwedê  yeke  rindiye  û  qenciye yek  jî  yê  xirawiye  û  tariye.  Newrozê  ji  van  mîtan  jî  gelek  bandûrî  û  bizavî  standiye  û  bi  sedsalan  heta  îro domkiriye.
21 Adar 2017 Bêwar (340 nirx) şirove kir
Di  nûdemê  de  Newroz İro  Newroz  ne  tenê  di  nav  gele  Kurd  û  Iranê  de  tê  pîroz  kirin.  Newroz  ji  rojhilata  Navîn  heta  Asya  Navîn  tê pîroz  kirin;  Minak:  li  welatên  weku  Ozbekistan,  Kirgistan,  Turkmenistan,  Kazakistan,  Tacikistan,  Afxanistan û  Azerbeycan  jî  Newrozê  weku  rojeke  cejna  netewî  tê  pîroz  kirin,  Sofî  yê  islam  û  Bahaî  vê  roja  pîroz  bi  adet û  toreyê  xwe  dixemilîlin.  Hineke  miletê  Asya  Navîn,  Newrozê  weki  cejneke  olî  pîroz  dikin;  cilûbergê  xwe  yê nû  li  xwe  dikin,  xwarina  çêdikin,  çoşeke  nîv  olperestî  û  netewî  li  dar  têxînin  û  diçin  ziyaretgehan  û  mezelên mîrovên  miqqedes  ziyaret  dikin.  Çawa  me  berî  jî  got:  Newroz  ji  dema  agirperestiyê  gehêştiye  dema  ola islamî,  loma  gelek  elementê  nu  û  motifê  nû  ketine  nav  û  hêj  jî  dikevine  nav.

Çawa  me li  jor  behskir  Newroz  beriya  islamî  de  heye.  Lê  li  İrana  nû  ya  islam  Newrozê  çawa  pîroz  dike, dibê  em  bi  kurtasî  jê  behsbikin;  li  İranê  jî  Newroz  roja  nû  ye  yanê  sersala  nû  ye;  di  Iran  nû  de  hefteyek  tatîla Newrozê  heye;  bi  gelek  cûda  cûda  cûreyan  Newroz  li  İranê  pîroz  dibe;  Mînak:  berî  Newrozê  hefteyekî  di ser  agiran  re  tê  bazdan  û  Sêzdeh  Bedar  Sêzdehmîn  roj)  hinek  beşê  ji  çalakiyê  Newrozê  ne.  Li  İranê  di dema Newrozê  de  di  her  maleke  de  ‘Haft  Sin’,  zadê  bi  herfa  ‘S’  dest  pêdikin,  dîtin  girîng  e.  Di  eyni  demê  de hejmara  heft  di  nav  hinek  miletan  û  çandan  de  hejmareke  pîroz  e.  Di  ola  Zerduştî  de  hejmara  heft  ya melekeyan  diyar  e.  Dû  re  di  adet  û  toreyan  de  heft  nebat  giya)  û  tov  toxim)  mînake  sembola  destpêka jiyaneke  nû  pel  vedide.  Ew  heft  zadê  tuşt)  bi  herfa  Farsî  ‘S’  destpêdikin  ev  in:. Sebze-  ce  û  genim,  nokê  di  vazo  de  mezin  dibin;  sembola  ji  nûva  ji  dayikbûne  ye; Sananu-  şîrîniya  muhalebiye  ji  ard  çêdibe;  semboliya  piraniye  xenitiye); Senyed-  mêwe  fêkî)  ziwa  hişk)  kirî;  sembola  hezkirine  ye; Sîr-  sembola  derman  û  derman  kirine  ye; Sîb-  Sêv;  sembola  sîpehî  û  sihetî  ye; Somaq-  sumaq;  semboleke  rengê  zeraqê  rojê  berbang)  ye; Serkeh-  Sirke;  sembola  temen  umr)  û  aramê  sebir)  ye. Li  İranê  di  roja  Newrozê  de  li  ser  masa  xwarine  cûda  cûda  sembolik  tişt  hene.  Carcaran  pere  didine  ser masa  jibo  nişana  dewlemndiye;  sebeteke  bi  hekan  va  hatiye  resim  kirin  bo  berekete;  masiyekî  zêrînî  di tasikeke  de  nişana  jiyane;  neynik  semboleke  pîrozbahiye  û  mûm  tê  wateya  dilgeşî  û  kamiraniye  hwd…. Carcaran  jî  li  İranê  yekî  bi  nave  Hacî  Firuz  wek  nûçegihan  suretê  xwe  reşdike  xebera  demsala  Newrozê dide.  Bi  heftan  cilê  xwe  yê  sor  li  xwe  dike  û  digere  xeber  dide  ku  dawiya  salê  hatiye.  Haci  Firuz  xwe  reş  û sor  dixemilîne  û  bi  tanbûrê  digere,  klam  û  strana  dibêje  û  dans  dike  li  kolan  û  qûncikan  ku  mîzgîniya  sala nû  belav  bike. Sêzdeh  Bedarê  yanê  sêzdeh  rojê  sala  nû  de  mirov  tev  malbatê  xwe  derî  seyrengaha  dikevin  bo  piknikê.  Li İranê  baweri  ewe  ku  vê  rojê  li  mal  mayin  sedema  afet  û  bela  ye.  Ji  bo  vê  yê  herkes  tev  dost  û  hevalan  xwe dicive. Newroz  sembola  berxwedanê Newroz  îro  li  ba  Kurdan  semboleke  giranbihaye  bo  şerê  azadiyê  û  wekheviye  û  serbilindiye. Kurd  îro  li  başurî  Kurdistanê  bê  tirs  û  xof  roja  Newrozê  di  azadiye  de  pîroz  dikin;  cilûbergê  Kurdî  li  xwe dikin  û  li  seyrangah  kom  dibin  bi  çoşeke  gelemperî  bi  mîlyona  dicivin  bi  hemd ê  xwe pîroz  dikin;  kes  wan  nerehet  nake,  ew  edî  serfiraz  û  bextiyar  dijîn.  Li  İranê  ji  Kurd  ji  İraniyan  cûda Newrozê  pîroz  dikin;  li  İranê  Kurd  ne  azad  in,  belê  bo  pîrozkirina  Newrozê  tu  astengî  li  İranê  tune  ne.  Li bakurî  Kurdistanê  Newroz  bi  xwîna  gencê  Kurd  hatiye  sor  kirin. Di  30  salê  dawi  de  Kurdê  bakur  zor  zehmetî  ditîn  û  êşiyan  û  hepisbûn  lê  ji  çoşa  Newrozê  hiç  wexteke  bi şunde  neman.  Li  bakur  tevgera  Kurd  a  azadixwaz  Newroz  kir  festivaleke  cihanî  û  îro  hemû  Kurd  û  cihan  pê serbilinde.  Xortê  Kurd  di  1980’î  de  bi  xwîna  xwe  cejna  Newrozê  xemilandin  û  avdan.  Dîroka  Newrozê gencên  Kurdan  bi  herfê  zêrinî  nivisandin  û  bi  dinyaye  dan  naskirin.  İro  li  her  çar  parçê  Kurdistanê  bi mîlyonan  Kurd  Newrozê  pîroz  dikin;  bo  azadî  û  serxwebûne  Newroz  kirine  sembola  serhildanê.  Li  hemû cihanê  Kurd  dîroka  Newrozê  didin  nivisandin.  Dinya  pê  şîyarbûye  ku  Newroz  bingeha  xwe  ji  kijan  çand  û mîtolojiye  girtiye….. Têbinî:  Di  van  rojên  dawî  de  malpereke  Kurd  de  nivîsareke  bêbext  hatiye  nivîsîn,  dibêje  em  dev  ji  efsaneya Kawa  hesinker  berdin  vegerin  rastiya.  Bi  aqilê  wî  mîrovî  mîtolojî  dûrî  rastiye.  Ew  kes  dibêje  qadr  û  qiymeta efsaneya  di  nav  çandê  de  ewqas  ne  girîng  e.  Eger  ev  kesa  baş  bifikire  îro  ne  tenê  dijminê  mîletê  Kurd,  lê belku  hemû  cihan  bi  çavnebariyê  û  bi  hesûdiyê  li  Newrozê  li  çoşa  Newrozê  temaşe  dikin  ka  çawa  festîvalê gelêrî  dibin.  Dibê  em  Kurd  hinekê  bixwînin  û  dû  re  biaxifin  û  binivîsin.  Dîroka  newrozê  gemarî  û  şêlo  nekin. Dijmine  gelê  Kurd  çav  berdane  berhemên  me  ye  dîrokî.  Divê  em  şîyar  bisekinin. Drs  Yusuf  Kaynak
...