Di sala 1967 an de li Amûdê, li Sûriyê /rojavayê Kurdistanê/ ji dayik bûye. Li zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûq qedandiye û ji sala 2000 î de li Elmanyayê dijî. Bi dehan gotarên wêjeyî di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de weşandine. Heta niha berhemên wî bi Kurdî, Erebî, Tirkî û Elmanî hatine weşandin. Berhemên wî yên çapkirî ev in :
1- Mêrê avis – Çîrok – 1991, bi erebî, Şam. 1997 bi kurdî-Avesta. 2004 bi elmanî,wergêr : Heidi Karge- Unrast-Verlag.
2- Jinên qatên bilind – Çîrok – 1995, bi erebî, Beyrût. 1998 bi kurdî-Avesta.
3- Mirî ranazin – Çîrok – 1996, bi kurdî. ç² 2002-Avesta .1998 bi tirkî, wergêr: Rehmî Batûr-Avesta.
4- Sobarto – Roman – 1999, bi kurdî-Avesta. 1999 bi erebî, Beyrût. ç² : 2004, Hewlêr-kombenda Kawa.
5- Memê bê Zîn – Çîrok – 2003, bi kurdî-Avesta.
6- Tirsa bê diran – Roman – 2006, bi Kurdî-Avesta. 2008 bi tirkî, wergêr Rehmî Batûr-Evrensel.
7- Gava ku masî tî dibin – Roman – 2008, bi kurdî-weşanên Lîs.
8- Romana kurdî -Lêkolîn- 2011, bi kurdî-Ronahî.
9- Ausländer beg – Çîrok- 2011, bi kurdî, ji weşanên Lîs.
Ji Şanoyên ku ji nivîsên wî hatine girtin : Komara dînan, Bidarvekirina pozekî, Sol û serî.
Ji sala 2000 î heta 2011 an, di televizyonên kurdî MedyaTV, MezopotamyaTV, RojTV de, bernameyeke wêjeyî bi navê "Gava sêyemîn" amade û pêşkşê kir.
Ji cotmeha 2012 an ve, her du hefteyan, di RonahîTV de, bernameyeke wêjeyî bi navê "Deriyê din" amade û pêşkêş dike.