Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Aziz Sancar kî ye?

0 deng
14
7 Kewçêr 2015 Di beşa Navdar de Hertişt (24,430 nirx) pirsî
Aziz Sancar kî ye?
Aziz Sancar kiye?

1 bersiv

0 deng
7 Kewçêr 2015 Hertişt (24,430 nirx) bersiv da
10 Kewçêr 2015 Hertişt rastkir
Azîz Sancar kî ye?

 Sala 1946ê li navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayîk bûye. Piştî ku li zanîngeha Stenbolê pijîşkiyê xilas dike diçe Amerîkayê û li wir ji aliyê Akademiya Millî ya Zanistan ve tê wergirtin. Sancar sala 2005ê bû endamê Akademiya Millî ya Zanistan a Amerîkayê û sala 2006ê jî bû endamê Akademiya Zanistan a Tirkiyê.
Ji ber xebat û lêkolînên xwe yên li ser DNAyê xelata Nobelê wergirtiye. Sancar û şirîkên xwe dê roja 10ê Kanûna îsal, ku roja mirina damezirênerê Nobelê Alfred Nobel e, xelata xwe bistînin. Nirxa xelata Nobelê, yek mîlyon euro ye.

Xelata Nobelê ya edebiyatê dê sibê, ya aştiyê dê dusibe û ya aboriyê jî dê sêsibe bên eşkerekirin. 

Azîz Sancar piştî ku xelata Nobelê wergirt hate naskirin. Destpêkê Kurdan gotin ku Kurdistaniye û mirovekî zana ye. Lê hîna rojek bi ser ve neçûbû Aziz Sancar daxuyanî da televizyonan û ragihand ku ew ji ku dibe bila bibe ew Tirke.

Piştre gelik wêne û dimenên Aziz Sancar derketin ku ew bi xwe alîgirê nijadperestên tirkiyê ye û li Emerikayê devera ku lê yê ku destpêkê mala Tirka ava kirî ew bûye.

Tirkheziya xwe anî wê astê ku ji bo jina xwe weha dibêje; ew ji çermsoraye jiber ku çermsor jî baskekî tirkane jiber wê ez pêre zewicîm.
...