Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Omer Hamdi Malva kî ye?

0 deng
80
18 Kewçêr 2015 Di beşa Navdar de Hertişt (24,640 nirx) pirsî
Omer hamdi malva kî ye?
Omer hamdi ki ye?

1 bersiv

0 deng
18 Kewçêr 2015 Hertişt (24,640 nirx) bersiv da
18 Kewçêr 2015 Hertişt rastkir

Hunermendê nexşandin, xêçkirin û wênesaziyê Omer Hamdi Malva di sala 1952 li Rojavayê Kurdistanê gundê Tel Naif ya ser bi Hesekê ve hatiye dinê. Bi xwe destpêkê di çap û weşangeriya Sûriyê de wekî grafiker kar kiriye. Bi taybet jî ser berhemên hunerî kar kiriye.

Di sala 1978 ê de derbasî Ewistirya dibe. Li Viyanayê hunera xwe pêşda dibe. Li wira dibe hemwelatiyê Ewistirya.

Li Viyana yê Omer Hemdî Malva gelek berhemên hunerî saz kirin. Berhemên wî di gelek wargehên wekî malbatên hunerî, malên wezareta, deverên fermî, benqe û gelek deverên dîtir yên giring de hatine pêşandan.

Omer Hemdi Malva endamê Yekitiya gistî ya hunermendên Ewistirya bû. Di heman demê de endamê UNESCO yê bû.

Berhemên wî bi nirxekî mezin dihatine girtin. Berhemên wî bêhtir li welatên  wekî
Emerika, Qanada, Ewistirya, Elmanya, Fransa, Îtalya, Hollanda, Japon, Rusya und Emirat nirx dihatine pêşwazkirin.

Omer Hamdi Malva di çend mehê dawî yê jiyana xwe de rastî nexweşiyeke giran hatibû. Ji ber vê nexweşiyê, Roja 17.10.2015 ê li mala xwe ya li Klosterneuburg a nêzîkî Viyana yê çû ser dilovaniya xwe.

...